Malbatên Şehîdan: Em ê şoreşa biratiya gelan biparêzin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo konê sersaxiyê ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Yakûb vegirt.

Li wir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Kêfo Osman sersaxî da malbata şehîd û got:

“Bi fedakariya keç û xortên me yên ji hemû pêkhateyan me, çeteyên DAIŞ’ê û planên li dijî me têk çûn.”

Hevserokê Saziya Olî ya Qamişlo Elî Resûl jî diyar kir ku em ê bi hevgirtinê bi ser bikevin.

Şehîd Ehmed Yakûb di 1’ê Îlonê de di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de li Dêrazorê şehîd bûbû.

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo jî, Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma sersaxiyê ya şehîd Ebdulselam Mehmûd li dar xist.

Li wir jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Etiye Hesen axivî û got:

“Xwîna pêkahetyên herêmê bû yek û di encamê de civakeke hevgirtî derket.”

Kurê şehîd Ebdulselam, Gelhat Mehmûd jî got:

“Bavê min bi rêya şehadeta xwe peyama parastina welat da em ê jî rêya wî bişopînin.”

Şehîd Ebdulselam Mehmûd 2’yê Îlonê di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek de şehîd bibû.

Back to top button