Efxanistan..Talîban: Di nava 2 rojan de dibe ku hikumeta nû were ragihandin

Li Efxanistanê serdema Talîbanê destpêkir. 20 salên ji dagirkeriya Amerîka doh bi derketina leşkerên wê re bi dawî bû. Ji Berdevkên Talîbanê Stanikzaî diyar kir ku dibe di nava 2 rojan de hikumeta nû were eşkerekirin.

Lê di nava vê hikumetê de wê jin nebe. Li eyaleta Pencşêr jî şerên giran rûdidin. Tevî van hemûyan, Serokê DYA Biden jî careke din derketina xwe bi serkeftî binav kir.

Piştî 20 salan ji dagirkeriya DYA û hêzên NATO ya li Efxanistanê, niha serdema Talîbanê destpê kiriye.

Di nava pêvajoya heyî de, êdî çav li hikumeta ku ji aliyê Talîbanê ve were ragihandin ne.

Berdevkê Talîban Mihemed Ebbas Stanikzaî di hevpeyvîna xwe ya li gel tora BBC de diyar kir ku di nava 2 rojên pêş de hikumeta nû were eşkerekirin.

Talîban: Di hikumeta nû de wê jin nebin

Stanikzaî her çiqasî hikumeta nû ya were ragihandin weke giştî xwest nîşan bide jî lê bi awayekî eşkere anî ziman ku wê tu jin di hikumeta heyî de nebe.

Berdevkê Talîbanê got, jinên ku di hikumeta berê ya ku Amerîka piştgiriya wê dikir de erkgirtî wê di rêveberiya nû de nebin.

Beriya niha jî pêşengên Talîbanê anîbûn ziman ku wê rêveberiya welat bi şêwazê şerîatê be.

Leşkerên dawîn ên Amerîkî doh ji Balafirgeha Kabulê derketin.

Serokê DYA Joe Biden operasyonên derxistinê yên navneteweyî “serketî” binav kir.

Biden: Ez berpirisyartiya vekişîna ji Efxanistanê hildigrim

Biden doh bi daxuyaniyekê anî ziman tevî wan hêzên Efxan bi çek û perwerde kir, lê dema ku şer hat, tu şer nekirin û yekser reviyan.

Wezareta Parastinê ya DYA ragihand ku beriya 31’ê Tebaxê, nêzî 123 hezar hemwelatiyên biyanî û Efxanên ku bi wan re dixebitin ji welat hatin derxistin.

Bi deh hezaran mirovên li welêt neçar man ku malên xwe biterikînin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres ragihand ku krîza li welêt dibe ku bibe “karesatek mirovahî”.

Li Penceşêrê şerekî dijwar rû dide

Di demeke ku li welat û derveyî welat ev rewş heyî, li herêma Pencşêrê di navbera hêzên xwecihî û çekdarên Talîbanê de şerên dijwar rûdidin.

Îro, hêzên xwecihî diyarkirin ku tevgera Talîbanê êrişî Pencşêrê kiriye û hêzên wan bersiv daye.

Di encamê de hejmareke endamên Talîban hatine kuştin û 19 jî hatine girtin.

Duh, fermandarê eniya berxwedanê li Efxanistanê ya li eyaleta Pencşêr Ehmed Mesûd got,

Eger Talîban hikumeteke giştî nenavendî pêk bîne û azadî û wekheviya di navbera welatiyan de misoger bike, ew ê dev ji siyasetê berde.

Back to top button