Artêşa darbekar a Myanmarê bi sedan girtî serbest berdan

Artêşa darbekar a Myanmarê ku ji 1’ê Sibatê ve welat bi rêya darbeyê birêve dibe, dixwaze hebûna xwe bi civakê bide pejirandin.
Rêveberiya artêşa Myanmarê, bi sedan girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Insein serbest berdan.

Tê gotin di nava kesên serbest hatine berdan de, Aung San Suu Çîî ya serokê welat bû û ji erk hatibû girtin jî heye.

NY ji ber berdana girtiyên siyasî keyfxweşiya xwe anî ziman û got:

Artêşa darbekar ne ji ber guhertina fikrê xwe ev biryar daye.

Lê dema berdana girtiyan ji ber zextên di qada navnetewî de pêk hatiye.

Artêşa darbekar a Myanmarê di 1’ê Sibata 2021’an de, bi hinceta di hilbijartina 8’ê Mijdara 2020’an de binpêkirin pêk hatiye, darbeya leşkerî pêk anîbû.

Artêşê tevî seroka welat, bi sedan siyasetmedar jî girtibûn.

Li welat her di encama xwepêşandanên li welat de bêtirî 1.000 kes hatin kuştin û bi hezaran jî hatin binçavkirin.

Back to top button