Ebdilkerîm Omer: Divê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê dadgeh bê avakirin û piştgirî bê kirin

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derva ya Rêveberiya xweser Ebdilkerîm Omer encamên civîna Kolîsyona Navneteweyî erenî nirxand û diyar kir divê civaka navneteweyî di mijara çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan de bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û piştgiriyê bidin rêveberiya Xweser.

Derbarê civîna Kolîsyona Navneteweyî ya li djî Daiş’ê ku duh li Paytexta Îtalya Romayê pêk hat, hevserokê Daîreya Têkiliyên Derva ya Rêveberiya xweser Ebdilkerîm Omer ji ANHA’yê re axivî.

Ebddilkerîm Omer tekez kir ku beriya civînê gelek hevdîtin bi aliyên navneteweyî yên peywendîdar re hatin lidarxistin.

Ebdilkerîm Omer encamên civîna Koalisyonê erênî nirxand û da zanîn ku divê civaka navnetewî û Koalisyona Navdewletî erka xwe beramberî girtiyên Daiş’ê û malbatên wan ku di girtîgeh û kampên li Bakur û Rojhiltê Sûriyê de dimînin, bi cih bînin.

Omer careke din pêwîstiya dadgerkirina çeteyên Daiş’ê û malbatên anî ziman û diyar kir divê dewlet welatiyên xwe yên DAIŞ’î yên li bakurê Sûriyê wergirin.

Omer got,

“Çeteyên girtî û malbatên wan yên di kampan de bûne barekî giran. Divê piştgirî bê kirin da ku girtîgehên guncaw bêne avakirin. Divê ji bo darizandina çeteyan piştgirî bê kirin.”

Ebdulkerîm Umer piştrast kir ku wan gelek caran bi Koalisyona Navneteweyî re mijara aloziya Sûriyê nîqaş kirine û diyar kir ku ger aloziya Sûriyê çareser nebe dê teror neyê tunekirin.

Ebdilkerîm Omer: Divê civaka navneteweyî destekê bide malbatên şehîd û birndarên şerê dijî DAIŞ’ê

Ebdilkerîm Omer diyar kir ku divê civaka navnetewî piştgiriyê bide mabatên Şehîd û birndarên şerê dijî terora Daiş’ê û destnîşan kir ku wan di vî warî de projeyek amade kir û pêşkêşî civaka navneteweyî kir.

Back to top button