Dadgeha Tirk 2 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Heqî Boltan birî

Dadgeha Tirk ya Amedê bi îdiaya ku rojnamevan Heqi Boltan “heqaret li serokkomarê Tirk û serokwezîrê tirk yê berê kiriye”, 2 sal û 17 roj cezayê zindanê lê birîn.

Rojnamevan Heqi Boltan ji ber ku têkildarî kuştina rêveberê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş di 2016’an de, daxuyanî dabû û gotibû Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê berê Ehmed Davûtoglû berpirsiyarê qetilkirina Rohat Aktaş in, doz lê hate vekirin.

Rûniştina doza Boltan li Dadgeha Tirk ya Amedê hat lidarxistin.

Şandeya dadgehê bi îdiaya “heqaret li serokkomar hatiye kirin” salek û 2 meh û 17 roj û bi îdiaya “heqaret li Serokwezîr kiriye” jî 10 meh cezayê zindanê li Boltan birî.

Back to top button