Zelensky bo leşkerên Rûsya: Qesab, Qatil, êşkencekar û tecawizkar!

Serokomarê Ûkrayna ji ber rewşa li bajarê Buça bo leşkerên Rûsya got: Qesab, qatil, êşkencekar û tecawîzkar. Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Lavrov jî dibêje, ev dimenên hatine weşandin ji aliyê rojava û Ûkraynayê ve hatine organîzekirin.

Ji rewşa li Ûkrayna, serokomarê welat Volodymyr Zelensky bihêrese.

Zelensky piştî ku bi sedan cesed li herêmên bakurê Kîevê hatin dîtin, bo leşkerên Rûs re got;

“qesab, kujer, êşkencekar û tecawizkar.”

Zelensky şevê din di saetên derengî de li ser medyaya civakî daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman:

Hemû sucên Rûsya yên li Ûkraynayê wê bên dadgehkirin û cezakirin.

Bi sedan kes hatin kuştin.

Êşkence û înfaz li sivîlan hatin kirin…

Cenazeyên li kuçe û kolanan …

Zelensky anî ziman ku wan mekanîzmayeke taybet ji bo vê yekê ava kiriye.

Zelensky di nava axaftinên xwe de ev bang li dayîkên leşkerên Rûsya kir:

“Ez dixwazim hemû dayikên leşkerên Rûs cenazeyên kesên li Bûça, Îrpîn û Hostomelê hatin qetilkirin bibînin.

Çi kirin?

Çima hatin qetilkirin?

Sûcê kesê ku li kuçeyê bi bîsîklêta xwe siwar bû çi bû?

Kuleba: Paketa 5. a cezayên ye li gorî rewşa heyî bitêrê nake

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba diyar kir ku pakêta 5’emîn a cezayên ku Yekîtiya Ewropayê li dijî Rûsyayê amade dike, bi şiklê xwe yê niha têrê nake.

Kuleba li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyameke vîdyoyî weşand.

Kuleba teqez kir ku ew dizane pakêta plankirî çi dihewîne û ger ew pakêt bi awayê heyî were qebûlkirin, divê bi raya giştî re biaxivin û nirxandineke objektîf li ser berteka nehevseng a li hember rewşa heyî bikin.

Beriya niha jî Kuleba ji ber kiryarên artêşa Rûsya li herêmên Kîevê li dijî sivîlan pêk tîne, ji welatên G7 daxwaza pêkanîna cezayan kiribû.

Lavrov: Rewşa li buça tê nîşandan ji aliyê Rojava û Ûkrayna ve hatiye amadekirin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskovayê bi Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Mirovî û Alîkariya Lezgîn Martin Griffiths re civiya.

Lavrov beriya hevdîtinê daxuyanî da û dîmenên ku li bajarê Buçayê derketin wek provokasyon nirxand û wiha got,

“Roja borî piştî ku leşkerên Rûsyayê li gorî plan û peymanan ji wir derketin, êrîşeke din a sexte hat kirin.

Rewşa li Buça êrîşek sexte bû, wêneyên xeyalî ji hêla rojava û Ûkrayna ve li ser medyaya civakî belav bûn e.

Rojava hewl dide li ser rewşa mirovahî ya li Ûkraynayê spekulasyonê bike.

Federasyona Rûsyayê vê însiyatîfê wekî provokasyonek ku ji bo aştî û ewlehiyê xeternak e dibîne.”

Back to top button