Pakistan.. Jimara kesên jiyana xwe ji dest dane ji ber lehiyê gihişt 1314’an

Baranên mûsonê yên li Pakistanê welat ji hev xistiye.
Pakistan ya bi tena xwe nikare ji heqê rewşê derbikeve, banga alîkariyê dike.
Ji ber lehiya pêk hatî 450 zarok di nav de, heta niha hezar û 314 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Ji ber kêmderfetiyê pêwistiya bi pêdiviyên tenduristiyê zêde bûne.

Di karesata lehiyê ya ji ber barana mûsonê ya li Pakistanê pêk hat de bîlanço girantir dibe.

Rayedaran diyar kirin ku 12 ji wan zarok 25 kesên din jiyana xwe ji dest dane.

Bi van daneyên dawiyê re, bi giştî 450 ji wan zarok, hezar û 314 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber barana musonê ya ku ji nîvê hezîranê ve dewam dike ji sêyan yekî welat di bin avê de ma.

Ji ber karesata lehiyê ku bandor li jiyana nêzî 33 mîlyon kesî kir, bi mîlyonan mirov ji malên xwe bûn.

Serokwezîrê Pakistanê Muhammed Şahbaz Şerîf bang li UNICEF û rêxistinên cuda kir ku li ser mirina zarokan lêkolînê bikin.

Ji aliyê din ve hikûmeta Pakistanê ragihand ku ji ber barana zêde herî kêm 12 milyon dolar zirar dîtiye.

Li Pakistanê ji ber lehiyê bûyerên nexweşiyê zêde bûne

Di demekî ku li welat felaketa lehiyê dewam dike, jimara nexweşiyên ji ber kêmbûna derfetan jî zêde dibe.

Wezîrê Tenduristiyê yê Parêzgeha Sindê Doktor Azra Peçuho got,

“Ji ber lehiyê zêdeyî 134 hezar haletên îshal û 44 hezar nexweşên malaria hatin ragihandin.

Herwiha heta niha zêdetirî 100 hezar nexweşiyên çerm di nav kesên ku ji ber lehiyê bandor bûne hatine dîtin.”

Wezîr Peçuho diyar kir ku li parêzgeha Sindê nexweşiyên din jî di nav de nexweşiyên nefesê zêde bûne.

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) diyar kir ku li seranserê welêt li herêmên lehiyê herî kêm 650 hezar jinên ducanî hene ku tê payîn 73 hezar ji wan vê mehê welidînin.

Ji ber vê yekê pêwistiya wan bi alîkariyên tenduristiyê heye.

Fonê wiha bi bîr xist ku ji ber lehiyê nêzî 1 mîlyon xanî zerar dîtine û hişyarî da ku gelek jin û keç di bin xeteriya şîdeta zayendî de ne.

Back to top button