ENCAMA LEHIYA LI KANTONA QAMIŞLO ZÊDETIRÎ 700 MAL Û 70 PIR HILWEŞIYANE

Di dawiya meha Adarê û ji despêka Nîsanê re li bakurê Sûrî baranek kzêde hat.
Ev baran li herêma Cizîr û Firat ê bandorek xwe ya xeter li ser jiyana gel çêkir.
Di encama van lehiyan de gelek zirar gihaştin mal û milkên şêniyan.
Weke encama lehiyê heta niha bi giştî zêdetirî 700 mal û 70 pir hilweşiyane.

Di dawiya meha Adarê de, li herêma Cizîrê baran bi dijwarî bariya û bû sedema lehiyê.

Ji ber wê ziyan gihîşt gund û navçeyên Qamişlo.

Li gorî Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Qamişlo rêjeya ziraran wiha ye:

Çilaxa

Ji ber baranê pira sereke ya gundê Kêşikê yê Girkê Legê û pira gundê Kênco yê Çilaxa rûxiyan.

Rêya di navbera gundan û pira Badyan, Lodika, Pakrewan û Partîzan hatin girtin.

Dêrik

Pirên Zihriya, Rîhanîk, Birk, pira di navbera gundên Xirab Reşk û Zihriyê û rêya Sêmalkayê de ziyan dîtin.

Li gundên Girê Şêra jî gelek mal ketin û pira gundê Kerbelat rûxiyan.

Girkê Legê

Xeteke petrolê ya gundê Delavê Kera yê Girkê Legê şikest.

Ji ber vê yekê petrol derbasî kolanan bû ta ji aliyê Rêveberiya Rimêlan ve hate paqijkirin.

Tirbespiyê

Li Tirbespiyê jî 8 mal ji ber barana zêde ketin.

Til Hemîs

Her wiha li Til Hemîsê şênî tevî sewalên xwe bi hevkariya şaredariyan ji gundan hatin derxistin û di dibistanan de hatin bicihkirin.

Piştî ku şênî ji gundan derktin zêdetir 100 mal hilweşiyan.

Til Koçer

Ji gundên girêdayî bajarokê Xirbe Bîr ê Til Koçerê 423 malan ziyan dît ku malên wan hilweşiyan û sewalên wan winda bûn.

Li bajarokê Kirêfatî jî 116 malbatan ziyan dîtin.

Amûdê

Li navçeya Amûdê hindek mal hilweşiyan û ziyanên madî çêbûn.

Di dema lehiyê de hemû komîteyên awarte yên şaredariyan bi desteka sazî, hêzên leşkerî û Heyva Sor a Kurd li gorî derfetan destek dan.

Leave a Reply

Back to top button