Ciwanan li Taxa Ormanê ya Geverê bi çalakiyekê bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî şermezar kir.
Ciwanan li Taxa Ormanê ya girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê êrişên bi çekên kîmyewî yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên li hemberî Hêzên Parastina Gel (HPG) bi çalakiyekê şermezar kirin.
Hat ragihandin ku gava wesayîtên zirxî li Taxa Ormanê dewriye digeriyan ciwanan bi bombeyên deng êrişî wan kiriye û polîsan jî raste rast derdor gulebaran kirine.
Piştre ciwan bi fîşekên hewayî êriş birine ser wesayîtên zirxî yên polîsan û ew û polîsan demekê pevçûne.
Hat diyarkirin ku di dawiyê de ciwanan gelek rêyên taxê girtine û agir pêxistin.
Ciwanan li ser gelek dîwarên taxê, “Em ê bibin dengê kesên bi çekên kîmyewî bê bêhn hatine hiştine”, “Hûn nikarin bi çekên kîmyewî hêza gerîla tune bikin” û “Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mazlûm Pîrdogan” nivîsandin.