Hesen Koçer: Naskirina Rêveberiya Xweser û taybetmendiyên QSD’ê nabin cihê nîqaşê

Meclisa Giştî ya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna meclisên malbatên şehîdan ên Reqa, Tebqa, Dêrazor, Minbic û Kobanê, bi armanca nirxandina rewşa dawî ya siyasî civînek lidarxistin.

Civîn li hola civînan a navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hate lidarxistin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer di civînê de axivî.

Hesen koçer diyar kir ku hêzên derve naxwazin aloziya Sûrî çareser bikin.

Koçer ji bo diyalogên bi hûkûmeta Şamê re jî dazanîn ku heta niha ti diyalog pêşneketine û wiha domand:

“Naskirina Rêveberiya Xweser û taybetmendiyên QSD’ê nabin cihê nîqaşê, divê di destûra Sûrî ya nû de rêveberiya xweser were naskirin.”

Di dawiya nirxandinê xwe de Hesen Koçer diyar kir ku tekane çareseriya aloziya Sûrî diyalogên nîştîmanî yên ku hemû mafên pêkhateyan esas digre ye.

Back to top button