Sendîkaya 175 salî banga azadiya Rêber Apo kir

Di konferansa Sendîkayeke li Îngilistanê de ku hate lidarxistin, banga azadiya Rêber Apo hate kirin.

Kampanyaya Azadiya Rêber Apo a 16 sendîkayên nûneriya bi milyonan karkirên rêxistinkirî yên li Îngilistanê dikin, her ku diçe berfereh dibe.

Sendîkaya Firin, Dexil û Dan û Kar a Giştî ya ji sala 1847’an heta bi niha di nav tevgera sendîkayî de çalak e, bi konferansa xwe ya bi beşdabûna 200 delegeyan li dar xist de banga azadiya Rêber Apo hate kir.

Seroka Giştî ya Sendîkayê Sarah Wooley diyar kir ku ew bi piştgiriya xwe ya bi Kampanyaya Azadiya Rêber Apo şanaz in û got ;

“Rêberê Gelê Abdullah Ocalan bi tevgera azadiyê ya bi fikirên xwe li Rojhilatê Navîn bi pêş de biriye hê jî hêvî ye ji bo mirovahiyê..”

Back to top button