Save The Childern: Ji 35 kesên hatine şewitandin 2 xebatkarên me ne

Beriya 5 rojan artêşa darbekar a Myanmarê li welat komkujiyek pêk anî. Zarok û jin jî di nav de, 35 kes ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin. Rêxistina sivîl a navneteweyî Save The Children piştrast kir ku di nava kesên hatine şewitandin de, 2 xebatkarên wan jî hene.

Li Myanmara ku ji 1’ê Sibatê ve welat bi rêya artêşa darbekar tê rêvebirin, hovîtî di asta herî jor de ye.

24’ê Kanûnê artêşa darbekar li ser rêya kantona Hprûso ya li eyaleta Kayahê komkujiyek pêk anî.

Di encamê de, zarok û jin jî di nav de 35 kes hatibûn şewitandin.

Rêxistina Save The Childern (Zarokan Xelas bikin) xemgîniya xwe ya li ser bûyerê anîbû ziman û diyar kiribû ku agahî ji 2 endamên xwe nagirin.

Rêxistinê doh jî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku endamên wan ji di nava koma hatî şewitandin de ye.

Rêxistinê got:

“Her du karmend bi dil û can bi perwerdekirina zarokan re bûn. Yek jê 32 salî bû û ev 10 mehe kurekî xwe çêbûye. Ev 2 salin di nava rêxistinê de kar dikir. Yê din jî 28 salî, keçek xwe ya 3 mehî hebû û beriya 6 salan tevî rêxistinê bûbû.”

Dema herdu xebatkar vedigeriya buroyê bi zorê ji wesayîtê hatin derxistin.

Rêvebera Save the Children a beşa Îngilîstanê Gwen Hines di daxuyaniyê de diyar kir ku tundiya li dijî sivîlên bêguneh nayê qebûlkirin û got,

“Ev êrîşa bêwate binpêkirina mafên mirovan ên navneteweyî ye.”

Hêzên Parastina Gel a bi navê PDF’ê ya li dijî darbeya leşkerî jî diyar kir wan herî kêm 27 cenaze dîtine.

Yek ji berdevkê cûntaya leşkerî Zaw Mîn Tûn diyar kir ku roja Înê şer pêk hatiye û leşkeran hines kes kuştine.

Li gorî Komeleya Alîkariya Ji Bo Girtiyên Siyasî yên Herêmî di nava 10 mehan de 1300 sivîl li Myanmarê hatine kuştin.

Back to top button