
HPG’ê ragihand, li Zapê di encama çalakiyên gerîla de 8 leşkerên artêşa Tirk hatin kûştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan de agahî parvekirin..
Li gorî daxuyaniyê: 29’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên gêrîla yên bi tevger bi çekên giran 6 caran li dagirkeran xistin.
Li vir 5 dagirker hatin kuştin, 2 dagirker birîndar bûn û 6 kon hatin jinavbirin..
Di heman demê de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê jî gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran xistin.
3 dagirker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Her wiha HPG’ê ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi çekên giran Qadên Berxwedanê bombebaran kiriye..