Dewleta Tirk li Mêrdînê dayikeke 72 salî jî di nav de gelek Kurd destgîr kirin.
Bi hinceta “alîkarî dane rêxistinê ” Polîsên Tirk vê sibehê bi terora destgîrkirinê 7 Kurd destgîr kirin.
Dayika 72 salî jî di nav de 7 kes hatin destgîrkirin û 24 saetan nehiştin ku parêzerên wan, wan bibînin.
Li gorî ANF’ê, kesên ku hatina destgîrkirin wiha ne:
Li navçeya Stewrê, nivîskar û hevşaredarê berê yê navçeyê Mehmet Aydin Alokmen, endamê HDP’ê Bedîî Yilmaz û Ayşe Bozan.
Li navçeya Midyadê jî Serokê Lîjneya Rêveberiya Komeleya Pîşesazkarên Cil û Berg û Tekstîlê Halîl El, esnafê navçeyê Mahsûm Bîlkay, Meles Gultekîn a 72 salî û kesekî bi navê Zekî hatin destgîrkirin.