Parlamenterên Ewropî pirojebiryara ferizkirina cezayan ser Tirkiyê erê kir

Bi piraniya dengan, parlamenterên Yekîtiya Ewropayê projebiryara ferizkirina cezayan ser dewleta Tirk erê kir.

Îro di civîna parlamenterên Yekîtiya Ewropayê de tevgera dewleta Tirk ya nerewa li Deryaya Spî hat nîqaşkirin.

Parlamenteran binpêkirinên Tirkiyê yên li peravên Qibrisê şermezar kirin.

Aloziyên Tirkiyê yên bi Yûnanistan û herî dawî bi Fransa û Almanyayê re jî bû mijara nîqaşê.

Di civîna parlamenteran de projebiryara ferizkirina cezayan ser dewleta Tirk kete dengdanê.

Bi piraniya dengên parlamenteran projebiryar erê kir û bang li rêveberên Ewropayê hat kirin ku dijî kiryarên Tirkiyê yên yekalî yek helwest bin.

Di vê projebiryarê de parlamenter daxwaz dikin ku di civjîna bilind ya Ewropî ya ku di meha bê li dar bikeve, ceza ser dewleta Tirk bêyî dereng bimîne were ferizkirin.

Back to top button