Kongra Star li Kobanê daxuyaniyek da

Bi boneya 25`ê Mijdarê Kongra Star a herêma Firatê û Meclisa navçeya Şedadê, daxuyanî dan û banga bidawîkirina tundiya li ser jinan kirin.

Bi tevlîbûna dehan jinan, Kongra Star a herêma Firatê ji bo 25’mijdarê roja têkoşîna li dijî Tundiyê daxuyaniyek li Qada Jina Azad a bajarê da.

Daxuyanî wiha ye:

Bêguman bi têkoşîn û berxwedaniya xwişkên Mîrabel, Roza Luksamburk, Bêrîtan û Zekyan, îro li çiyayê azad bi siya fikir û îdyoloijya Rêber Apo jin li ber xwe didin û têkoşîneke bêhempa didin meşandin.

Berxwedaniya van jinan di roja de bûne çavkanîya têkoşînê.

Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, bi awayekî xurt statuya jinê hat avakirin, ev jî berhema keda jinan a bi hezaran salan e.

Di hemû aliyan de jinan xwe bi rêxistin kirin û bûn hêzeke fikrî, siyasî, civakî, leşkerî û dîplomasî û êdî gihîşte astekê ku karê şoreşê bi rêve bibe.

Kongirê dawiya daxuyaniyê banga li hêzên navnetewî, mafên mirovan û tevahî jinên cîhanê kir ku li hemberî kiryar û tundiya li ser jinê asta têkoşîna xwe bilind bikin û destkeftiyên jinan biparêzin.

 

Meclisa Şedadê bang li saziyan kir ku kirinên li dijî jinan bişopînin

Meclisa navçeya Şedadê jî bi boneya, roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê daxuyaniyek da û bang li saziyên mafên mirovan kir ku tundî û kirinên li herêmên dagirkirî ku li dijî jinê pêk tên, bişopînin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê hevserokê meclisê Elai El-Omer ve hat xwedin weha hat gotin:

Tevî ewqas zextên heyî, lê dîsa jin di hemû aliyan de têdikoşe, di sziyên leşkerî û rêxistinî bi saya Felsefeya Rêber Ocalan bûye pêşeng.

Li ser vê bingehê emê jî vê Felsefeyê li tevahî herêmên Sûriyê belav bikin.

Meclisê diyar kir ku tundiya li ser jinê dihêle aştî nemîne, xeterî hebe û weha bi dawî kir.

Em bang li hemû saziyan din ku hemû rengên tudiya li ser jinê bişopînin û rakin ji ber ku jin bingeha civakeke serkeftiye.

Back to top button