Peymana nukleerî ya Îran.. YE danazana dawî ya bo lihevkirinê eşkere kir

Peymana nukleerî ya Îranê, di nava destê welatên rojavayî de maye. Sal derbas bûn lê hîna ti encameke berbiçav derneketiye. YE “metna dawî” ya ku dixwaze di peyamanê de li hevkirinek li ser pêk were de eşkere kir.

Danûstandinên di navbera Îran, DYA û YE yên ji bo vegerandina peymana nukleerî ya Îranê piştî mehekê di 4ê Tebaxê de li paytexta Awisturya Viyanayê dest pê kirin.

Piştî çar rojan danûstandinên nerasterast ku li Viyanayê bi dawî hatin, Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê YE Josep Borrell ragihand ku wî “metna dawî” ji bo zindîkirina peymana nukleerî pêşkêş kiriye.

Borrell got, “Tiştê ku dikare danûstandin li ser pêk were hat gotûbêjkirin û niha di metna dawîn de ye.

Lê li pişt her pirsgirêkek teknîkî û her paragrafekê biryarek siyasî heye ku divê li paytextan were erêkirin.

Eger ev bersiv erênî bin, em dikarin vê peymanê îmze bikin.”

Beriya daxuyaniya Borell, berpirsekî payebilind ê YE ji rojnamevanan re ragihand ti guhertinên din di metna ku ev 15 meh in li ser hatiye gotûbêjkirin, nayê kirin.

Rayadar anî ziman ku ew hêvî dikin ku herî zêde di nava çend hefteyan de biryara dawî ji aliyê aliyan ve were dayîn û wiha got:

“Ev pakêta pêşniyaran e.

Hûn nikarin tevlî rûpela 20 bibin û tevlî ya 50’î nebin.

Divê hûn bêjin erê an na.”

Amerîka bo lihevkirinê amade ye

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got,

Amerîka amade ye bilez bigihê rêkeftinekê ji bo zindîkirina peymanê ya li ser bingeha pêşniyarên YE tê binavkirin.

Îran dixwaze peyman weke careke din hatiye zindîkirin neyê dîtin

Li aliyê din rayedarên Îranê diyar kirin ku piştî şêwirên li Îranê, ew ê nêrîn û nirxandinên xwe yên zêde bigihînin Yekîtiya Ewropayê ya ku muzakereyan kordîne dike.

Aliyên Tahranê diyar kirin ku ew pêşniyarên YEyê weke dawî nabînin.

Her wiha daxwaz kir ku Amerîka û hêzên din ên rojavayî lihevkirinê weke zindîkirina peymanê nebînin.

Back to top button