Batûfa Çekdar: Artêşa jinê li ser xeta Bêrîtan hatiye avakirin

Yek ji Fermandarên YJA Starê Batûfa Çekdar ji bo salvegera 30’emîn a artêşa jinê axivî û da zanîn ku artêşa jinê li ser xeta şehîd Bêrîtan hatiye avakirin. Batûfa Çekdar diyar kir ku ew li hemberî êrişên dagirker li ser xeta Bêrîtan li ber xwe didin, heta ku YJA-Star hebe wê dijminên Kurdan bi ser nekevin.”

Yek ji Fermandarên YJA-Starê Batûfa Çekdar têkildarî salvegera 30’emîn a artêşa jinê axivî.

Batûfa Çekdar di şexsê Şehîd Bêrîtan de şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî û got:

“Fermandara mezin heval Bêrîtan li dijî îxaneta PDK’ê û dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe da.

Îro bi sedan ciwanên Kurd weke milîtanên Rêber Apo li her qadê li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk li ser xeta heval Bêrîta berxwedaneke mezin dimeşînin.”

Batûfa da zanîn ku artêşa jinê li ser xeta şehîd Bêrîtan hatiye avakirin û wiha bi lêv kir:

“Artêşa me ya jin li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeran bi îradeyeke mezin li ber xwe dide.

Ev bi saya ked, fedakarî û berdêlên 29 salan ên Bêrîtan, Azîme, Zelal, Sara, Besê, Çîçek, Gulbahar, Nûda, Berçem, Rojîn Gewda, Delaler, Zîlan, Medya, Tekoşîn, Diljîn û Nûjiyan e. ”

Batûfa Çekdar: Heta ku YJA Star hebe wê dijmin negihêje armanca xwe

Fermandarên YJA Starê bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û wiha dewam kir:

“Îro li Kurdistanê bi hezaran şervan bi biryar û hêrseke mezin li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin.

Heta ku hêzên YJA Star hebin, wê armanca dijminên Kurdan ên ji bo tunekirina gerîla û PKK’ê bi ser nekeve.

Ji ber vê yekê ev çiya, ax û gelê me divê bi YJA Starê serbilind bin.

Tecrubeya 30 salî ya jinên Kurd em birêxistin kirin, em xwedî li partîbûnê derketin û îro em gihiştine asta sîstema konfederal.

Çanda berxwedanê ya gerîlayên jin bûye xeta têkoşînê ya jinên li dijî zilmê serî hildane.

Batûfa Çekdar: Rêbertî bi salan ji bo azadiya jinê ked daye

Yek ji fermandarên YJA Starê Batûfa Çekdar di dawiyê de got:

Weke fermandarê ciwan ê Tendurekê heval Evîndar jî diyar kiribû em ê kêliyekê jî ji bîr nekin ku li ser axa me dagirkerî heye.

Em hêzên YJA Starê, em ê tecrîda li ser Rêber Apo ji bîr nekin.

Ji ber ku Rêbertî bi salan ji bo azadiya jinê ked daye.

Ji ber vê yekê em jin ji her kesî zêdetir deyndarê Rêbertiya xwe ne.

Back to top button