Remziya Mihemed: Şerm e partiyeke siyasî bê rêziyê li hemberî jinan nîşan bide

Berdevka Kongra Star a Rojava Remziya Mihemed bertek nîşanî daxuyaniya PDK’ê ya li dijî tevgerên jinan da û got: “Cihê şermê ye ku partiyeke siyasî di daxuyaniyên xwe de gotinên xirab bi kar bîne, nemaze girêdayî jinan, ev ne layiqî wê ye, têkoşîna jinên Kurd ji vê yekê mezintir e.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK’ê di daxuyaniya xwe de heqaret û bêhurmetî li tevgerên jinan kiribû.

Koordînasyona KJK’ê bersiva heqaretên PDK’ê bi rêya daxuyaniyekê da û tê de bang li tevahî jinên Kurd kir ku li dijî hişmendiya mêrdestiyê serî hildin û helwesteke çalak li dijî wan heqaretan bigirin.

Berdevka Kongra Star a Rojavayê Kurdistanê Remziya Mihemed ji ajansa nûçeyan ANHA’yê re axivî.

Remziya diyar kir ku daxuyaniya PDK’ê ya vê dawiyê, jina Kurd armanc kir û heqaret lê kir.

Remziya teqez kir ku divê jina Kurd têkoşîna xwe bilind bike û destkeftiyên gelê Kurd biparêze.

Remziya Mihemed: Sûdmenda yekemîn a nakokiyên navbera hêzên Kurdî, dewleta Tirk e

Remziya Mihemed di dawiyê de anî ziman jî ku dewleta Tirk sûdmendê yekemîn ê nakokiyên navbera hêzên Kurdî ye û dixwaze şerê birakujiyê derxîne.

Back to top button