Şêniyên Şerezûr: Tirkiyê dixwaze bi rêya PDK’ê şerê navxweyî çêbike

Li Başûrê Kurdistanê li dijî daxuyaniya Barzanî, egera rûdana şerê navxweyî û ziyanên wê, bertek hene. Şêniyên Şarêzûr li dijî şerê navxweyî derket û diyar kir ku ev şer derveyî malwêraniyê ti sûdê nade aliyan. Endamê Politbûroya Hizba Şue ya Kurdistanê Ebû Karwan Faris jî helwesta Mesûd Barzanî rexne kir û pirsa hebûna artêş û baregehên Tirk li Başûrê Kurdistan jê kir.

Rojane PDK çek û hêzan dişîne qadên gêrîla, nerazîbûna hemberî hewldanên PDK’ê yên şer jî rojane hene.

Li ser vê mijarê, şêniyên herêma Şarezûrê ji ajansa nûçeya Rojnews re axivîn.

Xelkê Şarezûr liv û tevgera çekdarên PDK’ê ya li herêmên nêzî gerîlayan, bi tundî şermezar kir û diyar kir ku li pişt vê planê dewleta Tirk heye û dixwaze şerê birakujiyê di nav Kurdan de derxîne.

Şêniyê bi navê Yusif Fetah diyar kir ku PDK ti carî li dijî dagirkeriya Tirkiyê derneketiye, niha jî ji bo dewleta Tirk dixwaze şerê navxweyî rû bide. Lê divê PDK şaştiya xwe bibîne û nebe sedema vî şerî.

Şêniyê bi navê Serwer Cemal jî diyar kir ku ev şer wê tenê bi xwe re malwêraniyê bîne û bang li kir ku nebe sedema şerê navxweyî.

Rêbîn Bawa jî hewldanên PDK’ê şermezar kir û got:

“Me ezmûna tal a şerê birakujiyê dîtiye, şerê birakujî tenê di xizmeta dijmin de ye û tiştekî naxe destê me.

Divê partiyên Kurdistanî û rêxistinên civaka sivîl ji bo şer çênebe, xwedî helwesteke cidî bin”.

Partiya komînîst a başûr hebûna Tirkiyê li Başûr ji bo Barzanî pirsî

Endamê Politbûroya Hizba Şue ya Kurdistanê Ebû Karwan Faris jî da zanîn divê pirsgirêk bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.

Ebû Karwan her wiha rola PKK’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi bîr anî û vê pirsê ji Mesûd Barzanî dike, “Eger PKK dagirker be, gelo hebûna artêşa Tirk û baregehên wê yên li nava xaka Başûr çi ne?

Back to top button