LI DIJÎ SEFARETA EMERÎKA A LI ENQERÊ ÊRIŞA ÇEKDARÎ PÊK HAT

Ji ber nakokiyên di navbera Enqere û Washingtonê de, serok-komarê Tirk Erdogan civaka xwe li hemberî Emerîkayê sor dike..

Di encama vê yekê de, berê sibê li dijî Sefareta Emerîka ya li Enqerê êrişeke çekdarî pêk hat..

Li gorî agahiyan, kes yan jî komeke nasnameya wan ne diyar, saet di 5’an de gulle li avahiya sefaretê reşandin.

Di encamê de tiştek bi kesî nehat û kesên êrişkar ji cihê bûyerê reviyan.

Heta niha têkildarî êrişê, rêveberiya Emerîkayê ti daxuyanî nedaye..

Leave a Reply

Back to top button