ALOZIYA SÛRÎ HEJMARA ÎGORÊN ÇÎNÎ DI NAVA KOMÊN ÇETE DE 5000 E

Nûnerê Çînî yê taybet ji bo aloziya Sûrî, Şiyê Şawyan got ku di derbarê hejmara Îgorên di nava komên çete de li Sûriyê nediyar e.

Tê zanîn ku hejmarek ji Îgoran bi awayekî nerewa ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îgor Musilman in, bi zimanê Tirkî dipeyivin û bi eslê xwe vedigerin herêma Şînciyang a ku li rojavayî Çînê dikeve.

Beriya salekê jî sefîrê Sûrî yê li Çînê ji ajansa Reutersê re gotibû ku hejmara Îgorên di nava komên çete de li Sûriyê digihê 5000 çete.

Leave a Reply

Back to top button