Bi hezaran xelkê Şengalê meşiyan û bêhelwestiya Iraqê şermezar kir

Îro li Şengalê, piştî oxirkirina cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel, li Sinûnê gel meşiya.
Girseya gel heta ber deriyê baregeheke hêzên Îraqê meşiyan û bêhelwestiya desthilata Îraqê derbarê êrişa dewleta Tirk de şermezar kir.

Piştî merasîma oxirkirinê, gel dirûşmên, “Şehîd Namirin” û “Bijî Xweseriya Şengalê” li Sinûnê dest bi meşeke girseyî kirin.

Girseyê berê xwe dan baregeheke Hêzên Emniyeta Wetenî ya li Sinûnê.

Li vir, girseya gel bi hêrseke mezin êrişa dewleta Tirk û bêdengiya hikumetê şermezar kirin..

Welatiyên Şengalê gotin: Tu ferqa hikûmeta Iraqê ji dewleta Tirk û DAIŞ’ê tune..

Welatiyan anîn ziman ku eger ev hêzên Iraqê yên li Şengalê nikarin erka xwe bi cîh bînin, bila ji Şengalê derkevin.

Rêveberiya Xweser jî hikumeta Iraqê û PDK’ê berpirsê vê êrişî dibînin.

Back to top button