Balyozxaneya Amerîkî piştgiriya xwe bi diyalogên Kurdî re diyar kir

Balyozxaneya DYA ya li Şamê piştgiriya xwe bi xebatên yekîtiya Kurdî re anî ziman û hêvî kir ku ev xebat bidomin û bi pêş bikeve.

Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya li Şamê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî got:

“Dewletên Yekbûyî piştgiriyê dide diyaloga navxweyî ya Kurdî- Sûrî û hêvî dike ku bipêşveçûnên wê di 2021’an de berdewam bin.

Ev diyalog pêvajoya siyasî ya berfireh a meclisa ewlehî 2254’an, ber bi dabînkirina pêşerojek geş ji hemû Sûriyan re, piştgirî û sergiha dike.”

Hêjaya bibîrxistinê ye ku xebatên diyaloga Kurdî ji ber nebûna nûnerê aliyê Amerîkî ku serpereştiya diyalogan dike, hatin rawestandin.

Tê payîn, serokê nû yê DYA’yê Jeo Biden nûnerekî nû hilbijêre.

Back to top button