Enqere çeteyên Tirkustanî ji bo şerê li dijî Kurdên li Sûriyê amede dike

Li gorî hin raporên ragihandinê, hat diyarkirin ku Tirkiyê ji bo êrîşî Kurdên li Sûriyê bike, çeteyên Partiya El-Îslamî Tirkustanî li deverên Bakurê Kurdistanê kom dike. Ev yek jî piştî Amerîka ev partî ji lîsteya terorê derxist, pêk hat.

Li gorî raporên ragihandinê û hin çavkaniyan, di 20’ê meha borî de, di navbera çeteyên Êuygûr û istixbarata dewleta Tirk de civînek pêk hat.

Hat diyarkirin ku, di civînê de, dewleta Tirk pêşinyar kiriye çeteyên Partiya El-Îslamî Tirkustanî li bajar û saziyên Amedê werin bicihkirin û li hermberî Kurdên Sûriyê şer bikin.

Ev yek jî, piştî Erdogan Amerîkayê da qayîlkirin ku navê partiyê ji lîsteya terorê derxîne, pêk hat.

Rojnemevanê nirxandina rewşa siyasî li Tirkiyê Enes Mamaş ji hin ajansên nûçeyan ên Erebî re ragihand ku Erdogan di sala 2004’an hin qanûnên taybet bi rêxistinên ewlehiyê û çavdêriyê yên li hin bajarên Bakurê Kurdistanê derxistibûn, da ku alîkariya xwe bi çeteyan re binûxumîne.

Li aliyeke din jî, Rojnamevana Kurdî Nalîn Botan jî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji avakirina vê hêzê, êrîşkirina li dijî Kurdan û guhertina demogirafiya herêmê ye.

Li gorî Nalîn Botan, jimara çeteyên rêxistina bi navê Hereket El-Cîl El-Jedîd” ya Tirkustanê Bakur, yên ku nasnameya Tirkiyê standine, gihiştiye 53 hezar çeteyî.

Dewleta Tirk a dagirker bi vê yekê hewl dide agirê şerê navxweyî di navbera Kurdan de vêxe, da welat ji wan vala bike û piştre ji dagirkirina herêmên din ên Bakurê Sûriyê re vala bibe.

Jixwe, Amerîkyayê, beriya mehekê ragihandibû ku Partiya El-Îslamî Tirkustanî ji lîsteya terorê hat derxistin.

Back to top button