Asayiş: Oparesyoneke qaçaxçîtiyê ya madeyên hişbir hat têk birin

Hêzên ewlekariya Hundirîn, diyar kir ku 26’ê Îlonê, hêzên wan yên li dijî madeyên hişbir li bajarê Hesekê hewldanek derbaskirina madeyên hişbir têk birin.
Li Reqayê jî 4 teqemenî û rextek bê bandor kirin.

Têkildarî mijarê hêzên Asayişê got,

Di çarçoveya têkoşîna li dijî madeyên hişbir û şopandina kesên ku bazirganiyan wan dikin xebat didomin.

Piştî ku hêzên me yên dijî madeyên hişbir agahî derbarê qaçaxçîtiya bi hezaran hebên hişbirê ji bajarokê Hecîn ber bi bajarê Hesekê ve wergirtin, lêkolîn da destpêkirin.

Kesê gumanbar nas kirin û li yek ji xalên ewlehiyê yên li bajêr girtin.

Bi wan re miqdarek madeyên hişbirê hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsînê de, li xwe mukir hatin ku qaçaxçîtî û bazirganiya madeyên hişbir kirine.

Rêveberiya hêzên Asayişê, dijî madeyên hişbirê bang li welatiyan kir ku têkildarî belavkirin, bikaranîn an firotina hişbirê hêzên wan agadar bikin.

Asayiş: Li Reqayê 4 teqemenî û rextek bê bandor kirin

Li aliyekî din, navenda Asayişê diyar kir ku îro yekîneyên endezyar ên hêzên wan li bajarê Reqayê madeyên teqemeniyê bê bandor kirin û got:

Bêyî zirarek çêbibe 4 teqemenî û rextek hatin bêbandorkirin.

Back to top button