Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera 5’an a damezirandina partiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bang derketina dewleta Tirk û çeteyên ji xaka Sûriyê hate kirin.
Daxuyanî li navenda Partiya Sûriya Pêşerojê ya navçeya Fafînê a Şehbayê bi beşdariya bi dehan endamên partiyê hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo temamkirina projeya demokratîk gelek fedekariyê mezin kirine û weha hat gotin: “Partî ji bo parastina çaresenûsa hemû Sûriyan, çand, hebûn, yekîtî û axa Sûriyê hate damezirandin.
Dawiyê bang hate kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe ji axa Sûriyê derkevin.