Polîsên dewleta Tirk a qirker li Pirsûsa Rihayê 12 kes binçavkirin.
Her weha Li Herêma Besta, çiyayên Cudî û Gabar operasyonên leşkerî didomin. Ji ber operasyonê 6 gundên Cizîrê 10 roj in di bin dorpêça leşkeran de ne.
Operasyonên dewleta Tirk gihiştin gundên Cizîrê jî.
10 rojin 6 gundên Cizîrê di bin dorpêça leşkeran de ne.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di encama îxbarekî de gund bi awayekî kêfî hatine dorpêçkirin.
Di her ketin û derketina gundan de leşker hatine bicihkirin û gundî tên kontrolkirin.
Tê gotin ku dê heta demeke din, gund di bin dorpêçê de bin.