DIYAR XERÎB: BI BERXWEDANÊ DERBÊN XURT LI FAŞÎZMÊ Û TECRÎDÊ HATE XISTIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerbî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk yên li ser Xakurkê, helwesta gelê başûrê kurdistan û peyama Rêber Ocalan nirxand.

Diyar Xerîb bal kişand ser rola gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û diyar kir ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Başûrê Kurdistan û Iraqê jî sûd ji peyamên Ocalan bigirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerbî, berxwedana grevên birçîbûnê û dîsa hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji ajansa Fratê re nirxand.

Diyar Xerbî di despêka axaftina xwe de balkişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û wiha got:

Israra wan a di encam girtinê de hêjayî texdîrê ye.

Her ew israr bu sedem ku faşîzma AKP û MHP’ê neçar bikin parêzer hevdîtin li gel Rêber Apo bikin.

DIYAR XERÎB: 7 XALÊN PEYAMA OCALAN JI BO ROJHILATA NAVÎN Û CÎHANÊ MANÎFESTOYA ÇARESERIYÊ YE

Xerîb têkildarî 7 xalên ku rêber Ocalan 2’ê Gulanê di hevdîtina bi parêzerên xwe re destnîşan kirî jî wiha nirxand.

Li gorî me ew xal manîfestoya çareseriya pirsgirêk û krîzên îro yên li Rojhilata Navîn û cîhanê ne.

Ji ber ku Rêber Apo bi giştî destwerdana pirsgirêkan kiriye û rêya çareseriyê nîşan daye.

Her wiha tê gotin wê bi biryardarî pêvajoyek ji ya 2013’an kûrtir û zelaltir pêk were.

Bê guman ev xal, dikare ji bo herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî bibe çareseriya krîz û pirsgirêkan.

Eger ev xalên Rêber Apo esas were girtin, wê pirsgirêkên Başûr, Iraq û herêmê di demek kurt de werin çareser kirin.

DIYAR XERÎB: HELWESTA XELKÊ BAŞÛR LI DIJÎ DAGIRKERÎ DIYARE, YÊ BÊDENG DESHILATE

Xerîb diyar kir ku dewleta tirk di her firsendekê de êrîşî xak û deskeftiyên xaka kurdistanê dike û êrîşa li ser Xakurkê jî yek ji nişaneyên vê ye.

Herêma Xakûrkê cihek girîng e. Ji ber ku dikeve li ser sînorê sê dewletên dagirker ên Kurdistanê. Ev jî dihêle ku bibe herêmek stratejî. Ji ber wê dewleta Tirk dixwaze bi êrîşkirinê derbeyek mezin li gelê herêmê û Tevgera Azadîxwaziya Kurdistanê bide. Niha piraniya gelê Başûr li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwesta Şêladizê ye. Tenê deshilat û alîgirên wan li hemberî vê yekê bê helwestin.

DIYAR XERÎB: BERPIRSYARIYEKE DÎROKÎ LI PÊŞIYA NÊÇÎRVAN BARZANÎ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerbî berpirsyartiya dikeve li ser milê Nêçîrvan Barzanî jî bibîrxist û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

Pêwîste di aliyê netewî û demokrasiyê de xizmeta gel bike û ji berjewendiyên netewî û malbatî dûr bisekine.

Eger di vê demê de helwestek cidî hebe, dikare rola xwe bihêz bike û bingehê xwe saxlem bike.

Leave a Reply

Back to top button