Polîsên dewleta Tirk a qirker li Pirsûsa Rihayê 12 kes binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî li Bakur Kurdistanê û Tirkiyê dewam dikin.
Vê sibehê polîsên dewleta Tirk li Pirsûsa Rihayê bi ser malan de girtin.
Serdegirtin li dijî endamên HDP û DBP’ê hatin kirin, têde 12 kes hatin binçavkirin.
Hevserokên navçeya Pirsûsê yên DBP’ê û HDP’ê jî di nava kesên binçavkirî de ne.
Ji bo wan kesan biryara ‘astengiya hevdîtina bi parêzeran re heta 24 saetan’ hat dayîn.