Ji bo rojbûna Rêber Abdullah Ocalan wê di 4’ê Nîsanê de gel û partiyên siyasî bimeşin Amarayê.
Hevserok û endamên sazî û partiyan yên li Bakurê Kurdistanê bi boneya rojbûna Rêber Ocalan daxuyaniyek dan.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û diyar kir ku Ocalan di her şert û mercan de jî mîsyona xwe ji bo aştiyeke bi rûmet xerc dike.
Saliha Aydenîz got: “Ji bo birêz Ocalan rola xwe ya çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd, demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn bike, divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were.
Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û gelê Kurd her kesî vedixwînim meşa 4’ê nîsanê.
Em ê li wir ji bo azadiyê, demokrasiye, jinûve-afirandinê bang bikin.
Berdan Ozturk: Bêyî Ocalan çareserî û jiyana wekhev nabe
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axivî û ev tişt anî ziman:
“Rojbûna Rêber Ocalan rojbûna gelê Kurd e.
Em bang li gelê xwe dikin, em bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin û li wir peyamekî girîng bidin.
Bêyî Ocalan çareserî, demokrasî, azadî û jiyana wekhev nabe.”