Xelkê Tirbêspiyê bi merasîmekî girseyî şehîd Mihemed Silêman xir kirin.
Kesên ku tevlî merasîmê bûn diyar kirin ku ew ê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker têkoşînê xort bikin.
Şehîd Mihemed li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Gugirê hate oxirkirin.
Di merasîmê de endamê rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm axivî û got:
“Êrişên artêşa Tirkiyê a dagirker li dijî yekitî û hevgirtina me ne û hewl dide vîna gelê me bişikîne.
Lê bi saya fedakariyên şehîdan em ê têkoşîna xwe bi çi berdêlî dibe bila bibe dewam bikin.”
Li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê yek ji rêveberan Dilbirîn Ferho axivî û got:
“Em soz didin gelê xwe ku em ê têkoşînê dewam bikin û di oxira parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşxistina projeya demokratîk de her tiştî bikin.”
Dûre wesîqeya şehîd hate xwendin û di nava tilîliyên dayikan de hate oxirkirin.