375 Koçberên din yên Êzidî ji kampên Başûr vegeriyan Şengalê

Vegera welatiyên Êzidî ya li Şengalê jî dewam dike.
Wezareta Koç û Koçberiyê ya Iraqê ragihand ku 375 Êzidiyên din ji Kampên Zaxo vegeriyan Şengalê.
Yek ji serok eşîrên Şengalê jî got, Şengal bi ewle ye û banga vegerê li welatiyên Êzidî kir.

Vegera malbatên Êzidî ji kampên Başûrê Kurdistanê ya li Şengalê tevî hemû gef û astengiyê PDK’ê dewam dikin.

Wezareta koç û koçberan a Iraqê ragihand ku li ser daxwaza xwe 375 koçberên Êzidî ji Zaxoyê vegeriyan Şengalê.

Wezaretê Ragihand ji bo penaberên Êzdî vegerin li ser cih û warê xwe xebat dewam dikin û ji bo kesên vedigerin jî pêwstiyên jiyanî peyda dikin.

Serok eşîrê ku vegeriya Şengalê banga vegerê li hemû Êzidiyan kir

Di nava kesên vedigerin kesayetên tên naskirin û serokeşîr jî hene.

Yek ji wan kesên vegeriyan serokeşîr Xelef Elî ye û tevlî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê bûn.

Xelef Elî balkişand li ser êş û zehmetiyên li kampên başûrê Kurdistanê û got:

“Şertên jiyanê li kampan zehmet e, niha Şengal aram û ava ye, gelê me dikare vegere.”

Xelef Elî dazanîn ku derdora 70-80 hezar Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê hene û got:

“Pêngava vegera Êzdiyan li ser warê wan destpêkiriyê, Çûna Ewropayê ji bo civaka Êzidîxanê ne çareseriye, valakirina Şengalê armanca DAIŞ’ê bû.”

Endamê Desteya Eşayîran Şemo Xwedêda jî got vegera serokeşîrên Şengalê wê barê civaka Şengalê sivik bike.

170 Êzidiyên din ji kampên li Duhokê vegeriyan warê xwe

Back to top button