Cara yekê li herêma Firatê darên berû tên çandin

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê tovê 2 hezar darên berû li daristana bajarê Kobanê çandin. Care yekeme ku li herêma Firatê darên berû tên çandin.

Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê îro dest bi çandina tovê 2 hezar darên berû li daristana Şehîd Baz a li Kobanê kir.

Bi dehan şêniyên bajêr û endam û rêveberên saziyan beşdarî çandina daran bûn.

Li gorî hevserokê desteyê Arif Balî, ev gav ji bo belavkirina çanda çandiniya daran li nava civakê hatiye destpêkirin.

Di der barê mijarê de Balî got:

“Cara yekê ye ku li herêmên rojhilatê Firatê û Cizîrê darên berû tên çandin.

“Di 4`ê Nîsanê de me li ser rûbera 100 donim dest bi avakirina vê daristanê kir, ev daristan ji bo çandina 5 hezar dar hatiye veqetandin.”

Balî eşkere kir ku ew ê piştî çend rojan darên mêwe jî li daristanê biçînin.

Balî da zanîn ku ew ê beriya salê li navçeya Çelebiyê jî daristanekê ava bikin û ji 800 heta hezar darên xurme lê biçînin.

Back to top button