Rêveberiya 30 salî ya Îslamî li Sudanê bi dawî bû

Li Sudanê piştî 30 salan rêveberiya dewlet û ol ji hev hate cudakirin şêwazê nû hate pejiradin.

Serokwezîrê Sudanê Ebdalla Hamdok û serokê rêxistina tevgera rizgariya gel a Sudan Ebdel Ezîz al Hilu roja pêncşemê li paytexta Etiyopya Addis Ababa peymanek lihevkirinê imze kirin.

Di peymana ku hate imzekirin de wiha hate gotin:

Ji bo li Sudanê mafê hemu welatiyan bi awayekî pêkan û demokratîk were bicihanîn ev biryar pêk hatiye.

Di destura bingehîn de wê ji bo rêveberiya xwe, rêz ji biryara gel re were nîşandan.

Her wiha wê ev yek jî li ser rêgezên cudahiya karên dewlet û olî pêk were.

Peymana giştî ya li ser mijarê jî tê payîn ku 2’ê Cotmehê were îmzekirin û bikeve meryetê.

Sîstema rêveberiya Olî ya dewletê li Sûdanê bi dîktator Omer El Beşîr re destpê kiribû.

Beşîr ku ji 1989’an bi şêwazekê tund welat rêve bir piştî 30 salan bi tevgerên gel dawî li deshilata wî hatibû.

Back to top button