Koçberên Serêkaniyê li dijî êrişan û şehîdxistina Zeyneb Saroxan meşiyan

Gel, sazî û rêxistinên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê û şehîdxistina Zeyneb Sarûxan û Yilmaz Şero îro li qadan bûn û nerazîbûnên nîşan dan. Di çalakiyên ku li seranserî herêmê hatine lidarxistin de li dijî êrişan peyama bilindkirina têkoşînê hate dayîn. Her wiha bang li civaka navnetweyî hate kirin li dijî êrişna helwesteke cidî nîşan bidin.

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û hedefgirtin hevserokên Nivîsgeha Edalet û Lihevanînê Zeyneb Saroxan û Yilmaz Şero çalakî û nerazîbûn dewam dikin.

Koçberên Serê Kaniyê ji bo şermezarkirina êrişên li ser herêmê û hedefgirtina pêşengên wê meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê daxuyanî hate dayîn û hate gotin armanca dagirkeriya Tirk ji van êrişan têkbirina projeya demokratîk e.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Reqa, Tebqa û Minbicê êriş şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan li Reqa, Tebqa û Minbicê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên li ser herêmê û hedefgrtina pêşengên wê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanca êrişan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Malbatên Şehîdan li dijî êrişan soza bilindkirina têkoşînê û têkbirina dagirkeran dan.

Akademiya Civaka Demokratîk li Minbicê êrişên li ser herêmê şermezar kir

Akademiya Şehîd Ismaîl Mûsa ya Li Minbicê jî bi daxuyaniyekê êrişên li ser herêmê û hedefgritina jinên pêşeng şeremzar kir û bang li civaka navdewletî hate kirin li dijî êrişan bi erka xwe rabe.

Rêxistinên Jinan li Reqa, Eyn Îsa û Dêra Zorê şehîdxisitna Zeyneb Saroxan şermezar kirin

Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqayê bi heman armancê daxuyanî da û bêdengiya civaka navdewletî beramberî êrişan şermezar kir, her wiha li dijî êrişan soza bilindkirina têkoşînê da..

Jinên navçeya Eyn Îsa jî bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê û şehîdxistina Zeyneb Saroxan û Yilmaz Şero şermezar kir û banga hesabxwesrtinê ji dewleta Tirk kir.

Şêniyên Dêra Zorê li dijî êrişan meşiyan

Li Dêra Zorê jî jinên navçeya Hecînê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriyê û şehîdxistina jinan li ser destê hêzên dagirker şermezar kir, û bang li civaka navdewletî hate kirin ku êriş û sûcên li dijî jinan têne kirin rawewstînin.

Li navçeya Hecînê ya Dêra Zorê şêniyên herêmê li dijî êrişan meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê daxuyanî hate dayîn û bang li hêzên navnetewî hate kirin ku êrişên li ser herêmê rawestînin.

Li gundewarên rojava yên Dêra Zorê jî jinan li dijî êrişan meşek li dar xist.

Bi sedan jinên navçeyê daketin kolanan û şehîdxisitna jinan şermezar kirin.

Piştî meş veguherî mitîngê li ser navê Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Dêra Zorê a Sivîl daxuyanî hate dayîn û bang li civaka navnetewî hate kirin helwesteke cidî nîşan bidin.

Back to top button