SOHR:12 Çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeheke Efrînê reviyan

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê-SOHR ragihand ku 12 çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeheke navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî ku çete bi xwe çavdêriya wê dikin, reviyan.

Navenda Çavdêriya derbarê mijarê de daxwiyaniyek da û ev agahî parve kirin :

Ev ye ku ev ne cara yekê ye ku çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehên li herêmên dagirkirî direvin.

Sala borî jî 20 çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha Reco ya li Bakurê Helebê ya dagirkirî reviyabûn.

Wê demê çeteyên li girtîgehê alîkariya wan kiribû û li beramberî hezar heta 3 hezar dolarî û hinek ji wan 10 hezar dolar dan .

Dana van pereyan jî ji bo ew ji girtîgehê birevin.

Back to top button