Bolton: Min li welatên din alîkariya bo darbeyan kiriye

Şêwirmendê berê yê Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî John Bolton di bernameyeke televizyonê ya ku beşdar bû de îtîrafeke balkêş kir û got;
Min alîkariya plankirina derbeyên li welatên din kiriye.

Bûyerên 6’ê Çileya 2021’an li Kongresa Amerîka hîna di rojeva welat de ye.

Şêwirmendê berê yê Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî John Bolton li ser mijarê bû mêvanê weşaneke taybet a CNN.

Bolton xwe wekî “kesê ku alîkariya plankirina darbeyan li welatên din kiriye” binav kir.

Lê Bolton îşaret kir ku êrîşa xwînrij Kongreyê ya li Washingtonê ku di 6’ê Çileya 2021’an de ne beşek ji hewildanên weha bû.

Di navbera pêşkêşvanê CNN’ê Jake Tapper û Bolton de li ser wê yekê ku Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump encamên hilbijartinê qebûl nekir û hewl da derbeyê pêk bîne, nîqaş derket.

Bolton got;

“6’ê Çile ne êrîşek li dijî demokrasiya me bû.

Ew nobedariya Donald Trump li ser xwe bû.

Bûyerek yek carî bû,”

Bolton li ser bûyerên 6’ê Çileyê ku wekî “derbeyeke bi baldarî plansazkirî” tê bi nav kirin jî ev tişt anî ziman:

Trump wisa kar nekir û ew bi hêsanî ji fikrekê derbasî fikreke din bû.

Dema ku Tapper bersiv da, “Hûn ne hewce ne ku hûn pir jîr bin ji bo lêdanê,” Bolton got:

“Weke kesekî ku alîkariya plankirina derbeyan kiriye, ne li vir lê li welatên din, ez napejirînim.

Gelek kar hewce dike.

Ya ku wî kir ne ev bû.

Ew ji ramanek berbi fikrek din ve diçû.

Di dawiyê de, wî rê li ber van serhildêran vekir.

Bikevin Kongreyê, lê ne ji bo hilweşandina destûra bingehîn.”

Bolton ku wekî şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Trump (2018-2019) kar kir, diyar nekir ku wî alîkariya kîjan hukûmetan kiriye.

Bolton yê piştgirî da êrişa Amerîkayê ya li ser Iraqê û parêzvaniya bombebarana Îran û Koreya Bakur, ji ber nêzîkatiya xwe ya zêde di destwerdana siyaseta derve de, bi rêvebiriya welat re nakok bû.

Donald Trump jî 2019’an ji ber van sedeamn ew ji kar derxist.

Di êrişa 6’ê Çile ya ser Kongresê de, polîsek di nav de 5 kes hatin kuştin û bêtirî 140 polîs birîndar bûn.

Dozên der barê serdegirtinê de dewam dikin.

Back to top button