Li Qamişlo şehîd Xalid bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyê endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid Osman li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kir.

Ji bo oxirkirina şehîd Xalid Milhim jî îro merasîmek girseyî li bajarê Qamişlo hate lidarxistin..

Merasîm bi beşdarbûna bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li goristana şehîd Delîl Saroxan pêk hat.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtina li ser canê şehîdan, axaftin hate kirin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Masûm Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Piştî axaftinê, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Xalid Osman di nava slogan û tilîliyên dayikan de, hat oxirkirin..

Back to top button