”Êrîşên dewleta Tirk bûne sedema valakirina gelek gundan”

Çalakî û nerazîbûnên gelê Başûrê Kurdisanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê jî dewam dikin.
Serokê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê diyar kir ku baregehên dewleta Tirk ên nû li Başûrê Kurdistanê bi haya Hikumetê tên avakirin. Endamê Partiya Komînista Kurdistan, Hunermend Ebdulî Hemê Ciwan û Mela Derbaz Celîzade êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê şemezarkirin û şerê navxweyî jî red kirin.

Bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û redkirina şerê navxweyî dewam dikin.

Serokê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Mihemed Reza El Heyder li ser mijarê axivî.

El Heyderî anî ziman ku baregehên dewleta Tirk ên nû li Başûrê Kurdistanê bi haya Hikumetê tên avakirin.

Mihemed Reza da zanîn ku êrîşên dagirkeriya Tirk bûye sedema penaberbûn û valebûna gelek gundên Başûrê Kurdistanê.

”Armanca dewleta Tirk firehkirina dagirkeriya xwe ye”

Endamê Rêveberiya Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) Hişyar Ebdulezîz axivî û anî ziman ku ew li gel avakirina eniyek aştiyê ne.

Hişyar diyar kir ku şerê navxweyî wê proseya Kurdan a gihîştina dewletek serbixwe paş bixe.

Hişyar Ebdulezîz da zanîn ku armana dewleta Tirk a dagirker ji êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê ew e ku dagirkeriya xwe berfireh bike.

Hişyar bang li siyasetmedaran kir ku divê careke din şerê nevxweyî çê nebe da ku gava ku Kurdan avêtiye pêş bi paşve venegerîne.

Hunermend Ebdulî Hemê: Dewleta Tirk dixwaze Kurd hevdu bikujin

Hunermend Ebdulî Hemê Ciwan jî li ser mijarê axivî û anî ziman ku dewleta Tirk nikare li ber berxwedana gerîla xwe bigire û got,

”Ji ber wê jî dewleta Tirk dixwaze şerê navxweyî derxîne”.

Heme Ciwan diyar kir ku ew şerê navxweyî red dikin û ev bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir,

”Me nan û av navê, em banga parastina miletê xwe dikin, ya li gel me girîng, Kurdewariye.

Kesê ku biçe birayê xwe bikuje ew ne şehîd e

Mela Derbaz Celîzade li ser mijarê axivî û diyar kir diyar kir ku çi hêz yan jî kesê ku biçe şerê birakujiyê, ne şehîd û ne jî pêşmerge ne..

Derbaz da zanîn ku ji bilî gerîla, ti hêzek din nikare hemberî Tirkiyê xwe rabigre.

Derbaz anî ziman ku dewleta Tirk PKK’ê dike hincet da ku êrîşî Başûrê Kurdistanê bike lê bi xwe armanca wî dagirkirina herêmê ye.

Şaredariyên Şengalê êrîş şermezar kirin

Şaredariyên Şengalê jî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin.

Şaredariyan diyar kirin ku ew ji gef û êrişan natirsin û wê ji bo parastina welatê xwe li ber xwe bidin.

Back to top button