
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro 20 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê kirin.
Şandeya ku ji Rûsyayê hatiye ji bo radestkirina zarokên DAIŞ serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Qamişloyê kir.
Şande ji aliyê cîgira hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Ebîr Îliya, ve hat pêşwazîkirin.
Belgeya radestkirina 20 zarokan ji aliyê Ebîr Îliya û alîkara Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê Larisa Nikolaevna ve hate îmzekirin.
Di civînê de Ebîr Îliya spasiya Larisa Nikolaevna kir û wiha got:
“Ev ne cara yekemîn e ku zarok tên radestkirin, beriya niha 205 jin û zarok radestî buroya Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê hatin kirin.
Em ê heta dawiyê bibin alîkar da ku em hemû zarokan radestî wan bikin.”
Her wiha Larisa Nikolaevna axivî û got:
“Em spasiya hemû kesên ku beşdarî pêkanîna radestkirina zarokan bûne dikin, em ê hewl bidin hemû zarokan vegerînin.”