Li Idlibê di topbarana hêzên hikumeta şamê de 9 kes hatin kuştin

Di topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li dijî deverên çeteyan yên li Idlibê de 9 kes hatin kuştin, balafirên şer yên Rûsyayê jî gundên Idlibê bombebaran kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Hêzên hikumeta Şamê îro herêmên cuda yên li çiyayê Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Di topbarana bajarokên Erîha, Belyon, Iblîn û Belşûn de jê 7 zarok, 9 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.

Çavdêriya Sûriyê diyar kir ku balafirên Rûsyayê 4 êriş li dijî herêmên Şêx Yûsif a aliyên rojavayî bajarê Idlibê pêk anîn.

Li gorî Çavdêriyê, duh di topbarana hêzên hikumetê derdora bajarê Erîha yê li Idlibê, 3 kes birîndar bû.

Çeteyan jî baregehên hêzên hikumetê yên li gundewarên rojavayî Hemayê topbaran kirin.

Back to top button