YPJ ji bo Şêxmeqsûd peyamên sersaxiyê dan

Kongra Star, PYD’ê û YPJ bi daxuyaniyên cûda sersaxî ji malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî re xwest.

Koordînasyona Kongra Star jî bi heman armancê daxuyanî da û got:

“Ev bûyer encama polîtîkayên dewletên desthilatdar ên ku ji bo gelên Sûriyê projeyên çareseriya siyasî bi pêş nexistin.

PYD’ê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku “Êşa gelê me li Şêxmeqsûdê êşa me hemûyan e ..

Meclisê siyaseta ne adil a rêxistinên mirovî li hember koçberên Efrînê şermezar kir..

Her wiha bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku erkên xwe bînin cih û piştgiriyê pêşkêş bikin.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê jî bi daxuyaniyekê ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û got:

Dorpêça ku li ser gelê me pêk tê yek ji rêbazên polîtîkaya bê-îrade kirina gelan e.

Hilweşîna avahiyê jî, encama şerê li herêmê ye.

Fermandariyê dawiyê got em li gel berxwedêr û gelê xwe yê li Şêxmeqsûdê ne.

Back to top button