Vîrûsa Corona..bîlançoya nû ya qurbanan, 811 kesî tomar dike

Jimara qurbanên corona li Çînê zêdetir dibe. Li gorî bîlançoya nû heya niha 811 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Îro desthilatên Çînî ragihand ku di 24 saetan de, virusê dawî li jiyana 81 kesê din li parêzgeha Huobi anî.

Her wekî 2 hezar û 147 kesên din jî pê ketine.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî duh teqez kiribû, ew ê ji bo dermanekî baş bixebitin û gotibû “ne tenê virusa corona, em şerê nûçeyên sexte jî dikin.

Rêxistinê dabû zanîn, ew ji bo vê mijarê jî, ew bi google, facebook û youtube re di nava têkiliyan de ne, da agahiyên rast der barê virusê de belav bikin.

 

Back to top button