Şêniyên Mexmûrê li dijî bikaranîna çekên kîmyawî meşiyan

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûr’ê li dijî bikaranîna çekên kîmyawî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayên azadiyê bi kar tîne meşiyan.

Şênî li ber Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û heta ber avahiya NY ya li wargehê meşiyan.

Li ber navenda NY’yê daxuyaniyek ji aliyê Endamê Saziya Têkiliyên Karê Derve yê Wargehê Seîd Çomlek ve hat dayîn.

Seîd Çomlek got: “Em dibînin dewleta Tirk îro hatiye rewşa xwe ya xitimandinê, hem di aliyê leşkerî, siyasî, aborî, dîplomasî û civakî de têkçûye, ji ber wê rê û rêbazên qirêj bikar tînin.”

Seîd Çomlek bang li gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyawî derkevin û banga yekgirtinê li gelê Kurd kir.

Back to top button