Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 26. de didome

Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên bi pêşengiya jinan di roja 26’an de didome.
Ji ber êrişên rejîma Îranê heta niha, zêdeyî 200 kes hatine kuştin.
Tevî êriş û girtinan jî çalakiyên gel yên ji bo daxwaza azadiyê didomin.
Hêzên rejîma Îranê jî li kurdistanê di nava liv û tevgereke zêde de ye.

Serhildanên gel yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên ku piştî kuştina Jîna Emînî bi pêşengiya jinan destpêkirin di roja 26’an de bê navber didome.

Hêzên rejîma Îranê jî ji bo asteng kirina çalakiyên gel bi tundî êriş dikin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku ji ber êrişên hêzên rejimê nêzî 201 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di êrişên rejîma Îranê de zêdeyî 200 kesan jiyana xwe ji dest dane

Yek ji bajarên ku di van rojên dawiyê de çalakiyên bi girseyî lê tên li dar xistin Sine ye.

Gelê Sine li dijî zilm û êrişên rejîma Îranê li qadan li ber xwe didin.

Rêxistina Mafê Mirovan ji bo Sineyê bang li civaka navnetewî kir ku bikevin nava tevgerê û rê li ber komkujiyan bigrin.

Piştî banga çalakvananan ya ji bo xwedîderketina li berxwedana gelê Sineyê, li gelek bajarên Kurdistanê û Îranê gel daketin qadan û piştgirî dan.

Li ser vê bangê gelê Seqiz û Banê bi dirûşma “Sine ne bi tenêye em bi wê re” daketin qadan.

Li bajarê Qum û Bûşehrê jî gel bi heman armancê daketin qadan û hêzên rejîmê êrişî gel kir.

Li bajarê Tehran, Şîraz û Êsfehanê carekek din gel bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li qada bûn.

Li bajarê Reşt, Kerec û Meşhedê jî ji bo piştevaniya berxwedana Sine gel di nav çalakiyan de bûn.

Çalakiya karkerên ku di kargehên rejîma Îranê de dixebitin ya ji bo piştevaniya berxwedana gel didome.

Îro carekeke din xwendedekar ji bo xwedî derketina li çalakiyên gel tevlî dersan nebûn û banga hevgirtinê, yekîtiyê kirin.

Gelê Kirmanşan, Sine, Banê, Bokan û Seqizê jî îro careke din deriyê dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar.

Tevgera Hêzên rejîma Îranê jî di van rojên dawî de pir zêde bûye.

Li gorî dîmenên ku hatine parvekirin hêzên rejîmê gelek balafirên bê mirov ber bi çiyayên kurdistanê ve rê dike.

Back to top button