Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer li ser êrişên dawî yên Tirkiyê axivî.
Hesen Koçer diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Sûrî û Başûrê Kurdistanê dagir bike û bang li gel kir ku li dijî van planan hevgirtî bin.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer der barê êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.
Hesen Koçer destpêkê bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember êrişan şermezar kir û piştrast kir ku ev êriş bi erêkirina wan tên kirin.
Hesen Koçer: Tirkiye dixwaze Sûriye û Iraq dagir bike
Hesen Koçer anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze Sûrî dagir bike û vê jî bi hinceta ku şerê terorê dike pêk tîne.
Koçer behsa êrişên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdisatanê jî kir û da zanîn ku gelek hêz di van êrişan de bi Tirkiyê re hevkar in.
Hesen Koçer: PDK bazirganiyê li ser xwîna Kurdan dike
Li ser hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re jî Hesen Koçer dibêje:
”PDK bazirganiyê li ser xwîna Kurdan dike.”
Hesen Koçer: Li dijî êrişan divê gelên herêmê hevgirtî bin
Herî dawî Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer bang li gel kir ku li dijî êrişên heyî hevgirtî bin.