Efrîn…Li gundên Şerayê jî avahiyên mêtîngeriyê tên avakirin

Avakirina avahiyên mêtîngeriyê li Efrîna dagirkirî dewam e.
Herî dawî Tirkiye û çeteyên xwe yên dagirker, li gundên navçeya Şerayê dest bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê kiriye.

Ajansa Hawarê li gorî çavkaniyên xwe yên taybet, ragihand ” Çeteyên Tirkiyê li gundê Kefrûm û Elka yên navçeya Şerayê dar birîne û li şûna wan avahiyên mêtîngeriyê ava kirine.”

Li gorî çavkaniyê, mêtîngeh ji 360 xaniyan pêk tê.

Û ev xanî ji bo bicihkirina derdora 70 malbatên ji derverên cuda yên Sûrî û malbatên çeteyan tên avakirin.

Derket holê ku serpereştiya van avahiyên mêtîngeriyê serçeteyê “Sultan Murad” Eraba Idrîs dike.

Ya li vir balkêş jî ew e ku ev serçete biraziyê wezîrê parastinê yên berê yê “Îtîlafa Sûriyê” ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker, Selîm Idrîs e.

Ji dema ku dewleta Tirk a qirker Efrîn dagir kiriye û heta roja îro, guhertina demografîk li Efrînê dewam e.

Back to top button