Zarok û birayên şehîdan li Goristana Şehîdan a bajarê Minbicê daxuyaniyek dan û sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Bi dehan zarokên şehîdan li Goristana Şehîdan a bajarê Minbicê kom bûn û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek dan.
Beşdarên çalakiyê zarok û şehîdên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dane bibîranîn.
Kurê şehîd Ebû Emced, Emced Hemdiyê daxuyanî xwend û balkişand ser zehmetiyên zarokên li kampan û diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk bi hezaran zarok tevî malbatên xwe koçber bûne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ti rêxistin alîkariya koçberan nake û ji ber nebûna derman, xwarin û vexwarine gelek zarok jiyana xwe ji dest didin.
Zarokên şehîdan dan xuyakirin ku gelek zarok dibin qurbanên êrîşên dewleta Tirk û bang li saziyên navnetewî û bang li welatên Ewrûpî kirin ku li dijî sûcên şer û dagirkeriya dewleta Tirk zarokan biparêzin û berpirsyariyên xwe bi cîh bînin.