Vlademîr Pûtîn li Çînê ye

Piştî serdana serokê Çînê bo Moskoyê vê carê jî seorkê Rûsyayê berê xwe da Pekînê.
Putin wê bi mijarên cîhanî û herêmî fikrên xwe bi serokê Çînê Xi re parve bike.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo hevdîtina bi Serokê Çînê Xi Jinping re çû Pekînê.

Ev hevdîtina Pûtîn û Xi bi armanca xurtkirina pêwendiya di navbera herdû welatan de ye.

Serdana serokê Rûsyayê di demekî wêle pêk tê ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî derheqê wî de girtinê daye.

Pûtîn û Xi wê çi gotûbêj bikin?

Her çendîn serdana Putin di bin navê tevlîbûna Forum Nifş û Rê hatibe kirin jî wê wê bi vê boneyê danûstandinên xwe li gel Pekîn bihêz bike.

Bi vê armancê wê li ser serokê Çînê Xi were cem hev.

Tê payîn ku hem şerê li Ukrayna û hem jî aloziya Îsraîl û Filîstînê bibe rojevên sereke ên herdû lîderan.

Kremlîn: Mijarên navneteweyî û herêmî wê werin nîqaş kirin

Li ser mijarê, Koşka Kremlînê ragihand ku wê di hevdîtina Putin û Xi de mijarên navneteweyî û herêmî bêne gotûbêjkirin.

Çînê ji destpêkirina şerê li dijî Ukraynayê, piştrvaniya xwe a ji bo Mosko ragihandibû.

Back to top button